Hêzên hewayî yên artêşa Nîjeryayê derbekî mezin li Boko Haramê xistin: 30 kuştî

PeyamaKurd – Li Nîjeryayê li eyaleta Bornoyê hêzên artêşa Nîjeryayê yên hewayî êrîşê birin ser rêxistina Boko Haramê û 30 çekdarên rêxistinê ji nav birin. Hêzên hewayî her weha li gor agahiyên di operasyonê de bidestxistin, li herêma Bamayê jî ketin nav tevgerê.
Berdevkê Hêzên Hewayî yên Nîjeryayê (NAF) Ehimen Ejodame, di daxwyaniya xwe ya nivîskî de got ku li ser agahiyên ku artêşê sitendiye, li eyaleta Bornoyê li Bamayê li gundê Dar-El-Jamalê operasyon kirine ser Boko Haramê û 30 çekadrên rêxistinê ji nav birine an ku kuştine.
Boko Haram ji sala 2000an û heya niha li herêmê xwe nîşan dide û ketiye nav tevgerê. Boko Haram li Nîjeryayê, li welatên cîranê Nîjeryayê li Kamerûn, Çad û Nûjerê an ku li hewza Nahêlê tevgeran dike, dikuje û direvîne da pere ji rehîneyan bistîne.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




