Hegseth: Serkirde hatin kuştin, têkiliya fermandaran qut bû

Hegseth: Serkirde hatin kuştin, têkiliya fermandaran qut bû

PeyamaKurd - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth, di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku welatê wî di şerê li dijî Îranê de serkeftineke "diyarker û wêranker" bi dest xistiye û diyar kir ku artêşa Amerîkayê dikare heta her dema ku pêwîst be vî şerî bidomîne.

Hegseth destnîşan kir ku di çarçoveya operasyona "Xezeba Destanî" de, piraniya serkirdeyên bilind ên Komara Îslamî hatine kuştin an jî di stargehan de asê mane, lewma şiyana general û efserên pilebilind a ji bo danûstandin û fermandariyê bi temamî ji holê rabûye.

Asmanê Îranê di bin kontrolê de ye

Hegseth eşkere kir ku asmanê Îranê niha di bin kontrola hêzên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê de ye û ragihand ku şeva borî keştiyeke binavê ya Amerîkayê li Okyanûsa Hindê keştiyeke şer a Îranê noqî avê kiriye. Wezîrê Şer anî ziman ku ev şer ne wekî "şerekî adilane" hatibû plankirin, belkî armanc ew e ku dema Tehran di rewşeke herî lawaz de ye "derbeyeke kujer" lê bidin û pergalên wê yên parastinê bi temamî hilweşînin.

Di heman demê de, artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan 4 hezar bombe bi ser Îranê de barandine û 300 moşekavêj ji kar xistine; ev şerê rasterast ê ku ji 28ê Sibatê ve dest pê kiriye, bi kuştin û windabûna endamên "Encûmena Serkirdayetiyê" ya Îranê re, hemû hevkêşeyên siyasî û dîplomatîk ên herêmê ji bingeh ve guherandine.

Pentagonê jî ragihandiye ku di nava 96 saetên borî de zêdetirî 1250 armanc li nav axa Îranê hatine bombebarankirin û Hegseth tekez kir ku armanca wan a sereke têkbirina şiyana nukleerî, moşekî û dronên Îranê ye da ku Tehran ti carî nebe xwediyê bombeya atomî.