Hindistanê di ser Ermenistanê re 110 welatiyên xwe ji Îranê derxistin

Hindistanê di ser Ermenistanê re 110 welatiyên xwe ji Îranê derxistin

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê Anî Badalyanê ji ajansa Ermenistaê, Armenpressê re ragihand ku Hindistanê 110 hemwelatiyên xwe di ser Ermenistanê re ji Îranê derxistine.

Anî Badalyanê diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan û hevtayê xwe yê Hindî Dr. S. Jaishankar, berê di çarçoveya zêdebûna şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, li ser îhtîmala derxistina xwendekarên Hindî ji Îranê bi r Ermenistanê axivîne.

Wê anî ziman ku Ermenistanê alîkariya pêwîst di vê mijarê de kiriye.

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.