Festîwala ’Rêya Çandê’ li Wanê destpêkir

PeyamaKurd – Wezareta Çand û geştiyariyê fastîwala bi navê ‘Festîwala Rêya Çandê ya Tirkiyê’ destpêkiriye ku bi rêzê li bajaran dikin û bajarê 7em bû bajarê Wanê. Wê festîwal li bajarê Wanê 7 roj dewam bike, wê konser, pêşengeh, xebatên atolyeyan, hevpeyvîn, ceribandinên gastronomiye û lig o rher temenê çalaki bên lidarxistin.
Li bajarê Wanê îsal dibe cara duyem ku festîwal çêdibe û destpêka festîwalê li muzexana Wanê bi axaftina cîgirê wezîrê çandê û geştiyariyê yê Tirkiyê Serdar Çam destpêkir.
Wê di festîwalê de li 20 ciyan konser, şano, opera û hwd ji 300an zêdetir pêşandan bên kirin.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




