PeyamaKurd - Piştî êrîşa Îranê li ser baregeheke Îngiliz li Komara Qibrisê, Îngilistanê biryar da ku keştiyên şer û helîkopterên Wildcat, ku dikarin dronan bêbandor bikin, bişîne Qibrisê.
Daxuyaniyek ji Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê destnîşan kir ku HMS Dragon, ku yek ji keştiyên herî pêşketî yên cîhanê di warê parastina hewayî de tê hesibandin, û du helîkopterên Wildcat ên bi şiyanên parastina dronan wê li Deryaya Navîn a Rojhilat werin bicîhkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku HMS Dragon wê li herêmê ji bo tespîtkirin, şopandin û tunekirina gefên hewayî were bikaranîn û ku keştî xwedî kapasîteya avêtina 8 moşekên Sea Viper di 10 saniyan de û hevrêzkirina 16 moşekan di hewayê de ye. Her du helîkopterên Wildcat bi pergalên moşekên dijî-dronan ên celebê Marlet ve hatine sazkirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku artêşa Brîtanî di 24 saetên dawî de li qada hewayî ya Urdun, Iraq û Qeterê dronên Îranî desteser kirine, û ku Îran gefê li berjewendiyên Îngilizî li herêmê dixwe.
Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer, ku bi serokê Rêveberiya Qibrisa Yûnanî (GCA) Nikos Christodoulides re li ser biryara şandina keştî û helîkopteran bo Rojhilatê Deryaya Spî civiya, got, "Em bi biryar in ku ewlehiya Qibris û leşkerên Îngilizî yên li wir bi cîh bûne misoger bikin."