PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku danûstandinên rûbirû yên ligel Amerîkayê ku biryar bû îro 19ê Hezîrana 2026an li herêma Burgenstockê ya Swîsreyê dest pê bikin, heta "demeke nediyar" hatine bipaşxistin.
Beqayî diyar kir ku ji ber, "Peymana Îslamabadê" jixwe berê bi awayê dîjîtal hatiye îmzekirin, rûniştina li Swîsreyê ne lezgîn e û got: "Dema mercên guncav amade bûn, dê agahdarî were dayîn. Ji bo destpêkirina danûstandinan divê xalên 1, 4, 5, 10 û 11an ên rêkeftinê bi temamî werin bicihkirin."
Beqayî îdiayên hinek dezgehên ragihandinê yên derbarê girtina Tengava Hurmizê de red kirin û got ku bi tedbîrên ewlehiyê yên artêşa Îranê re, derbasbûna keştiyên bazirganiyê di tengavê re bi awayekî asayî didome.
Berdevkê Îranî nûçeyên ku digotin wan Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ji bo kontrolkirina dezgehên nukleerî vexwendiye jî red kir lê eşkere kir ku çavdêriya asayî ya li ser santralên wekî ya Bûşehrê dê berdewam be û Tehran dê di nava vê pêvaya 60 rojî de bernameya xwe ya nukleer a aştiyane biparêze.