Îran û Umman li ser Tengava Hurmizê li hev kirin

Îran û Umman li ser Tengava Hurmizê li hev kirin

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Kazim Garibabadi ragihand ku bi Ummanê re li ser çûn û hata di Tengava Hurmizê de li hev kirine.

Garibabadi ragihand ku vebûna Hurmizê ya ji nûh de bi temamî girêdayê bicîhanîna Amerîkayê ya şertên ku li ser wan li hev kirine ye.

Li gor çapemeniya Îranê; Garibabadi ji ajansa Rûsya RIA Novosti re li ser rewşa Hurmizê raveyan kiriye. Garibabadi gotiye ku şertan bicîh bînin, Îran û Umman dikarin bibin endamên Dezgeya Deryayî ya Navdewletî.