Îsraîlê 11 girtiyên Filîstînî serbest berda

Îsraîlê 11 girtiyên Filîstînî serbest berda

PeyamaKurd - Îsraîlê 11 girtiyên Filîstînî yên ku di 27ê Cotmeha 2023an de di çarçoveya êrîşên ser Xezeyê de girtibûn, serbest berdan. Leşkerên Îsraîlê ev girtî ji deriyê Kissufim li rojhilatê bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Xezeyê berdan.

Li gorî çavkaniyên Filîstînî, rewşa tenduristiya girtiyan xirab e û ew bo Nexweşxaneya Şehîdên El-Aksa li bajarê Deir el-Balah hatine veguhestin. Hate ragihandin ku di dema girtinê de lêdan, îşkence û heqaretên giran li wan hatine kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê ragihandibû ku ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên 7ê Cotmeha 2023an ve heta niha hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 52 hezar û 653 kesan û hejmara birîndaran jî 118 hezar û 897 kes e.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.