Wezîrê Derve yê Hindistanê: Niyeta me nîne em rageşiyê zêde bikin

PeyamaKurd - Wezîrê Karê Derve yê Hindistanê Subrahmanyam Jaishankar, li paytext Delhiya Nû di 20emîn Kombûna Komîsyona Hevpar a Hindistan-Îranê de axivî û got: "Niyeta me nîne ku em rageşiyê zêde bikin. Lê belê heke êrîşên leşkerî li me bêne kirin, bila ti kes guman neke ku bersiveke gelek qetî dê were dayîn." Wezîrê Îranî Abbas Arakçi hatibû Delhiya Nû û di hevdîtinê de mijarên xurtkirina têkiliyên di navbera herdu welatan de, bicîhanîna lihevhatinên aborî, bazirganî û veguhestinê hatin gotûbêj kirin. Herwiha, rewşa ewlekarî û siyasî ya li Başûrê Asyayê û Rojhilata Navîn hat nirxandin.
Jaishankar têkildarî êrîşên hewayî yên Hindistanê li ser Pakistan û Keşmîra Azad got ku bersiva Delhiya Nû "li gorî armancê û bi pîvan bû". Wî got: "Niyeta me nîne ku em rageşiyê zêde bikin. Lê belê heke êrîşên leşkerî li me bêne kirin, bila ti kes guman neke ku bersiveke gelek qetî dê were dayîn." Wî ji hevpîşeyê xwe yê Îranî re got: "Wekî cîran û hevpar, girîng e ku hûn rewşê baş fêm bikin." Jaishankar got ku Hindistan amade ye ku derfetên cûrbecûr ên hevkariyê bibîne û bixe jiyanê.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Arakçi jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku ev kombûn pêk hat û got ev derfeteke gelek hêja ye ji bo guherîna nêrînan di derbarê xurtkirina têkiliyên aborî di navbera her du welatan de. Wî bal kişand ser girêdanên xurt di navbera Îran û Hindistanê de û destnîşan kir ku pêkanîna Peymana Hevkariyê ya Çabahar a 10 salî di têkiliyên du alî de xwedî girîngiyeke mezin e. Arakçi herwiha got ku ewlehî û aramiya li Başûrê Asyayê ji bo Îran û cîhanê gelek girîng e û hêvî kir ku alozî bi nêzîkatiyên berpirsiyar ên aliyên têkildar werin çareser kirin.
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.