Serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê papa yê nû pîroz kirin

PeyamaKurd – Bi sedema bijartina Papa yê nû yê Vatîkanê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji hev cuda peyama pîrozbahiyê bo Papayê nû yê Vatîkanê Papa yê XIV. Leo belav kirin û ew pîroz kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama pîrozbahiya Papa Leo XIV belav kir û destekê da peyama Papa ya bo aştiyê, xweşbîniyê û dadweriyê. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:
“Li ser navê Herêma Kurdistanê ez serokê nû yê Katolîkên dinyayê Papa Leo XIV ji dil û can pîroz dikim. Peyama Papa ya aştiyê, merhametê û dadweriyê cesaretê da min. Ez bo mîrasa kûr ya ku Papa Francis li pey xwe hişt, jê re rêz digrim.”
Barzanî, di peyama xwe de behsa xweşbîniya di navbera dînan de ya diyalogê û civakî kir û got:
“Herêma Kurdistanê girêdayê qaîde ya ‘xweşbîniya pêkvejiyana pêkhateyan û li hev kirina navbera olan’ e û girêdana xwe dewam dike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Bazanî jî peyama pîrozbahiyê bo Papa yê nû bo lîderê dînî yê alema Katolîkên dinyayê bo papa Leo XIVem belav kir û ew pîroz kir. Barzanî peyama xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de belav kir û di peyama xwe de got:
“Li ser navê hukumeta Herêma Kurdistanê, ez lîderê nû yê alema Katolîkên dinyayê Papa XIV. Leo ji dil û can pîroz dikim. Hêvîdarim ku pêvajoya heya li ser karê xwe be, di navbera dînan de bi diyalog, xweşbînî û lihevkirin her dewam bike.”
Piştî wefata Papa Franciscus li Vatîkanê di civîna 133 kardînalan de Kardînal Prevost bû Papa û papayê nû navê xwe danî Leo yê XIVem.
Piştî bijartina Papa kardînalê Fransiz Dominique Mamberti, derket loca Bazlika Aziz Petrus û bi Latînî got; "Habemus Papam" (Êdî Papakî me heye) û bo temamê dinyayê ragihand.
Mamberti, got ku Kardinalê Amerîkî yê 69 salî Robert Francis Prevost bû serokê nû yê Katolîkên dinyayê û navê wî êdî "Papa 14. Leo" ye.
Papa Leo XIV, li meydana Aziz Petrus axaftina xwe ya ewilî kir û peyama aştiyê da dinyayê. Papa di axaftina xwe de selefê xwe Papa Francis bibîranî û got:
“Divê di rêya diyalogê de em pira deynin. Ez ji Perûyê re silavan dişînim. Ji bo kesên êş û azarê dikşînin, bo dêrekî alîkariya wan bike, em ê bi hevre bimeşin.”
Papa yê nû ji ber bi salan li welatê Perûyê xebatê kiribû ji xelkê Perûyê re silavan şand.
Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.




