DAIŞê êrîşî xaleke Asayîşa Rojavayê Kurdistanê kir

DAIŞê êrîşî xaleke Asayîşa Rojavayê Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Rojavayê Kurdistanê) ragihand ku îro 8ê Gulanê xaleke kontrolê ya li bajarokê Hewayic Zîban ê li gundewarê Dêrazorê ji hêla 2 kesên nenas ve ku li motorsiklêtê siwar bûbûn, rastî êrîşeke çekdarî hat.

Hate diyarkirin ku çekdaran gule li xala kontrolê barandin û reviyan, lê tu birîndarî di nava endamên asayîşê de çênebûn.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de da zanîn, ev êrîş, di çarçoveya rêzeêrîşên terorane ku ji aliyê şaneyên çekdarên DAIŞê bi armanca tevlîheviya ewlehî û îstîqrara li herêmê, pêk tên.

Herwiha hate gotin ku komeke şaneyên çeteyên DAIŞê şeva berê jî êrîşî xaleke hêzên ewlehiyê li bajarokê Zîban kirine û bersiva wan hatiye dayîn.

Herwiha hate diyarkirin, ew ê bi ser şaneyên çeteyên DAIŞê de bigirin û tedbîrên xurtkirina ewlehiyê û bersivdana hemû êrîşan bidin ji bo parastina şêniyan û îstîqrara herêmê misoger bikin.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.