Kardînal Robert Prevost ê Amerîkayî bû Papa yê nû

PeyamaKurd – Li Vatîkanê di bijartina papa de ji kuleka Sistine Şapeli dûmana sipî bilind bû. Papayê nû yê alema Katolîkan bû kardinal Robert Prevost ê Amerîkayî.
Papa Papa Franciscus di 21ê Nîsanê de wefat kiribû û alema Katolîkên dinyayê bi serpereştiya 133 kardînalan li mezinê xwe yê rûhanî digeriya. Di dengdanê de îro Papa hat bijartin û kardînalê Amerîkî Robert Prevost bû papayê nûh.
Prevost di dengdanê de 89 dengan girt û bû papayê 267em yê Vatîkanê. Bi hezaran kes li meydana Aziz Petrus kêf û şahiyê bo bijaratina Papayê nûh kir.
Ev nivîs 11 car hatiye xwendin.