Yekîtiya Ewrûpayê (YE) 1 milyar Euro kredî da Ûkraynayê

Yekîtiya Ewrûpayê (YE) 1 milyar Euro kredî da Ûkraynayê

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê di çarçova hewlên welatên endam yên G7an de, 1 mîlyar Euro kredî da Ûkraynayê.

Endamê komisyona ji aboriyê berpirs yê YEyê Valdis Dombrovskis ragihand ku YE, Ûkraynayê di seha siyasî, malî, aborî û leşkerî de destek dike, desteka wê dewam dike û gotina xwe weha dewam kir:

“Îro di çarçova hewla G7an ya bi miqdarê 45 milyar Euro de, wek para 4em em 1 milyar Euroyê dinê jî ji Ûkrayna re dişînin. Me ji bilî vê krediye, di sala 2025an de 6 milyar Euro pere şandiye bo Ûkraynayê. Di mehên pêşiya me yên salê de em ê 12,1 milyar Euroyê din jî bişînin Ûkraynayê.”

Dombrovskis ragihand ku van krediyan ji dahatên malên Rûsyayê yên ku li Ewrûpayê dest danîne ser wan bidest dixin

Lîderên welatên endam ên G7an, di meha Hezîrana sala borî de, kara ku ji heyiyên Rûsyayê yên ku Ewrûpayê dest danîbûn ser wan, wê bidin.

Miqdarê krediya ku bidin Ûkraynayê 50 milyar dolare ku dike 45 milyar Euro û endam li hev kiribûn ku 50 milyar dolar krediyê ji kara heyiyên Rûsyayê yên li Ewrûpayê bidin.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.