Îsraîlê 9 girtiyên Filîstînî berdan

PeyamaKurd - Kanala 12 ya Îsraîlê bi zarê nûnerê berê yê serokê Amerîkayê Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff ragihand ku ew niha li ser rizgarkirina hemû rehîniyan dixebitin û agahî da ku 9 girtiyên filîstînî ji aliyê Îsraîlê hatine berdan.
Li gorî nûçeyê Nivîsgeha Ragihandinê ya Dîlgirtiyan eşkere kiriye ku desthilata Îsraîlê 9 girtiyên Filistînî ku ji bo tedawiyê veguhestine nexweşxaneyê berdane.
Witkoff di hevdîtinê de hêvî kiribû ku berdana leşkerî Îsraîlê-Amerîkî Idan Alexander bibe hêviya çareserkirina dosyaya rehîneyan.
Şeva berê di lihevkirineke awarte ya navbera Washington û tevgera Hemasê de dûrî hevkariya bi hikumeta Îsraîlê re, Idan Alexander hatibû berdan.
Li ser vê geşedanê Serokêwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, hate rexnekirin ku di mijara rehîneyan ne rijd e.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




