Şaredarê Ankara Mansur Yavaş piştî fesxa PKKê referandûmê xwest

Şaredarê Ankara Mansur Yavaş piştî fesxa PKKê referandûmê xwest

PeyamaKurd – Şaredarê Ankara yê CHPê piştî fesxa PKKê xwest ku guherînên di qanûnan de bibin, divê bo wan referandûm bibe û biryarê xelk bide. Mansur Yavaş got:

“Adresa vê pêvajoyê tenê meclisa Tirkiyê (TBMM) ye. Pêwiste erk, kontrol û îrade ciyê ku tê de xelk temsîl dibe, li wê derê bibe. Eger guherîn di qanûnan de bibin an qanûnên nûh çêbin, li ser wan referandûm bibe û xelk biryarê bide.”

Yavaş got ku helbet Tirkiyekî bê teror daxwaz û hedefa herkesiye û weha dewam kir:

“Divê ti tawîzekî ku hemwelatiyên Tirkiyê aciz bike nê dayîn û dewlet bi terorê re bazarê neke û kes îznê nede…Bila nê jibîrkirin ku heya em hatine îro, me bi hezaran şehîdan daye û divê em rihê wan neêşînin… Eger pêwsit be, divê em referandûmê bikin…Lozan jî tapoya me ye û temînata pêkvejiyana me ye. Nabe ku bibe mijara bazarê.”

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.