PeyamaKurd - Di demeke ku agirbesta du hefteyan ya navbera Amerîka û Îranê ber bi dawiyê ve diçe, berpirsekî bilind ê leşkerî yê Îsraîlê hişyariyeke tund da Tehranê.
Berpirsê Îsraîlî ku navê xwe eşkere nekiriye ji rojnameya "Mearîf"ê re got ku artêşa Îsraîlê û Amerîka di hevahengiyeke pir nêzîk de ne û eger danûstandin bi ser nekevin, ew amade ne gurzekî "kujer û piştşikên" li jêrxaneya Îranê bixin.
Herwiha Fermandarê Hêzên Deryayî yê CENTCOMê Brad Cooper jî serdana Îsraîlê kir û ligel Sererkanê Artêşê Eyal Zamir civiya da ku planên operasyoneke hevbeş di îhtîmala têkçûna agirbestê de amade bikin.
Li gorî rayedarên Îsraîlî, vê carê armancên wan dê navendên enerjiyê yên Îranê jî li xwe bigirin.
Berpirsê leşkerî destnîşan kiriye ku Îran niha di rewşeke pir lawaz de ye, aboriya wê herifiye û şiyanên wê yên leşkerî kêm bûne, lewma eger şer careke din dest pê bike zirarên bigihîjin Îranê dê "qerebûnekirî" bin.
Li gorî zanyariyan di 40 rojên şer de, zêdetirî 37 hezar moşek û bombe li Îranê hatine barandin.
Hêjayî gotinê ye ji danûstandinên Îslamabadê yên 7ê Nîsanê ve hîn Washington û Tehranê dema gera nû ya danûstandinan diyar nekirine.