Îsraîl dest bi êrîsa ser basûrê Lubnanê kir: 1mirî û 3 birîndar
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrîşe bir ser beldeyên bi navên Et-Taybe, Tayr Debba û Aita Cebelê. Li gor çapemeniya Lubnanê; li belda Sûrê kesekî mir û 3 kes birîndar bûn. Li esmanê Beyrûdê dronên Îsraîlê dgerin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku li jîngehên et-Taybe vû Tayr Debba êrîşên hewayî birine ser avahiyên Hîzbûllahê. Berdevk berya êrîşan jî navên wan beldeyan dabû û gotibû ku dê êrîşan bikin ser wan.
Rayedarên Lubnanê di mijarê de heya niha ti daxwuyanî nedane.
Ev nivîs 11 car hatiye xwendin.