Navça Sindirgi ya Tirkiyê kirin “Herêma Afetê”
PeyamaKurd – Navça Sındırgı ya bajarê Balıkesirê di 27ê Cotmehê de bi dereca 6,1 hejiyabû û li navçê li pey hev heya niha erdhej çêdibin. Niha navçê kirin “Herêma Afetê” û do jî bi dereca 3,6 û 4,3 dû erdhej li pey hev qewimîn.
Li navçê tesbîta xesarê hat kirin û xebatê li ser 22.616 avahiyan kirin. 560 avahî divê bên nûhkirin an qewîkirin.
Erdheja rojekî berê seet di 19.11an de bi dereca 3,6 dereceyê û 4 deqe bi şûn de bi dereca 4,3 erdhej çêbûn. Ya ewilî di bin axê de di kûrahiya 13,3 km yan de û ya duyê di kûrahiya 9,6 km yan de çêbûn.
Ji bo hewandina xelkê navçê, 25 milyon pere temin kirin. Bo şaredariyê 25 milyon, bo 7 muxtariyan 35 hezar, bo 107 malbatan ji bo barkirinê 2,140,000 Tl, ji bo 60 xaneyî 6 milyon û 600 hezar, ji bo 2 malan 104 hezar desteka eşya û ji bo 167 malbatan bi temamî 8 milyon û 740 hezar desteka pera hat dayîn.,
Ji bo danîna konteyniran seredana 293 kesan temam bû. Li navendê 40 û li gundan 69 konteynir danîn. Li Bigadiçê 6 konteynir danîn û malbat hatin bicîhkirin.
Ji bo ajalvanan 25 çadirên heywanan şandin û ji wan 18 heb teslîm kirine.
Ev tenê hinek qelemin ku hatine destekkirin û li deverê êdî her der ciyê erdhejêye û divê guhên her pêwendîdarî û dewletê li wan be.
Ev nivîs 14 car hatiye xwendin.