Netanyahu: Helwesta Tirkiyê ya li hember Îsraîlê pir dijminane ye
PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got ku Tirkiye helwesteke dijber li hember wan nîşan dide û got: "Di van salên dawî de wan helwesteke pir dijminane li hember Îsraîl û Siyonîzmê nîşan daye."
Netanyahu, di hevpeyvîneke ligel Sendîkaya Nûçeyên Cihûyan (JNS) de, li ser agirbesta ku li Xezeyê hatiye ragihand û helwesta Tirkiyeyê ya li hember Îsraîlê axivî.
Netanyahu destnîşan kir ku armanca wan a yekem bi qebûlkirina agirbesta Xezeyê, vegerandina dîlgirtiyan e da xuyakirin, divê Hemas were bêçek kirin û nebe beşek ji rêveberiyê.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.