Îsraîl: Me li nêzî Qesra Serokkomariyê ya paytexta Sûriyeyê li hedefekê xisti!

 Îsraîl: Me li nêzî Qesra Serokkomariyê ya paytexta Sûriyeyê li hedefekê xisti!

PeyamaKurd –Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîlê li nêzî Qesra Serokkomariyê ya li paytexta Sûriyeyê Şamê li hedefekê xistiye.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz derbarê êrîşa li ser Sûriyeyê de daxuyaniyek hevbeş dan.

Daxuyaniyê behsa pevçûnên di navbera Durzî û hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê de kir û got, "Me êrîşek li ser hedefek nêzîkî Qesra Serokkomariyê ya li Şamê pêk anî. Em ê rê nedin tu gefên li dijî Durziyan."

"Ev peyameke eşkere ye ji bo rejîma Sûriyeyê."

Daxuyaniyê tekez kir ku destûr nayê dayîn tu hêz li başûrê paytext Şamê were bicihkirin, ev daxuyanî jî di nav xwe de digirt: "Ev peyamek eşkere ye ji bo rejîma Sûriyeyê. Em ê rê nedin ku tu gef li ser civaka Durziyan çêbibe."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Katz doh gef xwar ku êrîşî hikûmeta Şamê bike û behsa pevçûnên ku bi êrîşên komên Durzî li dijî hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê dest pê kirine kir.

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.