John Kirby: Îran hin protestoyan fînanse û teşwîq dike, lê ne hemûyan!

John Kirby: Îran hin protestoyan fînanse û teşwîq dike, lê ne hemûyan!

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Koşka Spî ya Amerîkayê John Kirby, li ser gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû yên li Kongreya Amerîkayê yên ‘li pişt hemû protestoyên dijî Îsraîlê Îran heye’ axivî.

Kirby, li ser daxuyaniyên doh 25ê Tîrmehê yên Serokwezîrê Îsraîlê ku gotibû, Îran li pişt tevahiya protestoyên li dijî Îsraîlê ye, got: “Îran ne li pişt hemû protestoyên li dijî Îsraîlê ye”.

John Kirby wiha axivî: “Em dizanin Îran hin ji çalakiyên protestoyê yên li Neteweyên Yekbûyî li dijî Îsraîlê têne lidarxistin fînanse û teşwîq dike, lê em bawer nakin hemû çalakiyên protestoyî yên wê derê ji hêla Îranê ve werin fînansekirin. Cihê dilgiraniyê ye eger em hemû xwepêşanderên li pêşiya Kongreyê lîstokên destê Îranê bizanin.”