Keştiya USS George Washington ber bi Îranê ve bi rê ket

Keştiya USS George Washington ber bi Îranê ve bi rê ket

PeyamaKurd - Medyaya Amerîkî ragihand ku keştiya balafiran a USS George Washington ber berava Îranê ve bi rê ketiye da ku bikeve şûna keştiya USS Abraham Lincolnê.

Tê diyar kirin ku ev guhertin di encama nexşerêyeke berê de hatibe plan kirin jî di serdemeke ku alozî û xetereya şer a li herêmê dewam dike de pêk tê.

Di heman demê de çavkaniyên ewlehiyê destnîşan dikin ku hevsengiya leşkerî ya DYAyê ya li herêmê bi hebûna van keştiyan berdewam dike û xebatên sewqiyatê li nêzîkî Tengava Malakayê jî berdewam in.

Ev gav di demekê de tê avêtin ku gilî û gazincên li ser şert û mercên xirab ên li ser keştiya USS Abraham Lincolnê zêde bûbûn.

Hat ragihandin ku leşkerên li ser keştiyê zêdetirî 200 roj in bênavber di peywirê de ne û ji ber kêmasiya pêdiviyên bingehîn, qirêjiya avê û kêmbûna moralê bi pirsgirêkên girran ên tenduristiya derûnî re rûbirû mane. Her çend Senatorê DYA’yê Richard Blumenthal ji bo çareserkirina van pirsgirêkan banga tevdîran kiribe jî, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth diyar kir ku ev îdîa bi temamî rastiyê nîşan nadin û leşker di mercên dijwar de peywira xwe bi serkeftî bi cih tînin.