Kremlin: Em ji danûstandinên bi Ûkraynayê re vekirî ne

Kremlin: Em ji danûstandinên bi Ûkraynayê re vekirî ne

PeyamaKurd – Berdevkê Çapemeniyê yê Serokdewletê Rûsyayê Dmitriy Peskov, diyar kir ku Rûsya ji bo bidawîkirina hêrişên xwe yên li dijî Ûkraynayê ji danûstandinan re vekirî ye.

Peskov, anî ziman ku di mijara ku 'Kîev ji bo beşdarbûna hevdîtinên aştiyê çiqasî amade ye' de nezelaliyek heye û divê ev rewş bê ronîkirin.

Berdevk got: "Rûsya bi tevahî ji pêvajoya danûstandinan re vekirî ye, lê belê pêşî divê em fêm bikin ka aliyê Ûkraynayê ji bo vê yekê çiqas amade ye."

Peskov balê kişand ser piştgiriya Yekîtiya Ewropî (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji Ûkraynayê re û wiha got: "Divê em fêm bikin ku aliyê Ûkraynayê çiqas destûr ji 'rayedarên xwe yên bilind' wergirtiye, ji ber ku heta niha daxuyaniyên pir ji hev cuda dane. Di vê mijarê de nezelalî serdest e."

Peskov, ji ber helwesta YE û DYAyê diajo Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy rexne kir.

Wî herwiha got: "Ji bilî pirsgirêka giştî ya rewabûna Zelenskiy, pirsgirêka qedexekirina defakto ya her pêwendiyê bi aliyên Rûsyayê re jî heye."