PeyamaKurd – Li payîtexta Almanya li Berlinê di wexta ku Riza Pehlewî ji civîna çapemeniyê ya li Mala Çapemeniye ya Federal derdiket, kesekî an hinek kes ava sor ya boyaxkirî avêtin ser kurê Şahê Îranê yê berê kurê Muhammed Riza Pehlewî yê bi navê Riza Pehlewî.
Ava sor ket ser ceket, pişt û stuyê wî. Gumanbar girtin ew avêtin erdê lê Pehlewî li ereba xwe siwar bû û ji ciyê rûdanê çû.
Nehat zanîn bê kesê ava sor avêt ser Pehlewî kiye an bi çi sedemê avêtiye. Di wexta desthilata bavê wî de, gelek kes ji milletên Kurd, Belûc û yên din hatibûn girtin, îşkencekirin û kuştin. Her weha dibe ku êrîşker terefdarê rejîma niha ya sofiyan be.