PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li Koşka Sipî pêşwaziya serokweezîrê Almanya Friedrich Merz kir û li ser Îspanyayê daxwuyaniyekî da. Trump bi sedema Îspanya îznê neda ku di êrîşên ser Îranê de baregehên Îspanyayê bikarbîne got ku wê têkiliyên bazirganî bi Îspanya re qut bike.
Di dema li Koşka Sipî Trump li ser şerê bi Îranê re daxwuyaniyê da, di nava mijaran de balkêş bû ku behsa Îspanyayê kir û ji ber Îspanya îznê nedaye DYAyê da baregehên wan ji bo şerê Îranê bikarbînin weha got:
“Em ê bi Îspanya re temamê têkiliyên bazirganî bibirin. Em naxwazin bi Îspanya re ti tiştekî bikin.”
Trump got ku şerê bi Îranê re baş dimeşe, Îran êrîşê welatên ku têkiliya wan bi şer nîne dike, li jîngehên sîvîl dixe û sîstema wan ya bergiriya hewayî nemaye. Trump li ser lîdertiya Îranê ya nûh got:
“Îhtîmala herî xerab ew e ku hinek kes bibin desthilatê Îranê. Ji bo lîdertiya Îranê, piraniya kesên dihatin bîra me mirine. Kurê şahê Îranê Riza Pehlewî ne di nav ew kesên ku em difikirin de ye. Ji bo lîdertiya Îranê em kesekî ji nav Îranê tercîh dikin.”