Li Fransayê berya olimpiyat destpêbike sabotaja tora trênan hat kirin

Li Fransayê berya olimpiyat destpêbike sabotaja tora trênan hat kirin

PeyamaKurd – Çend seet berya destpêkirina leystikên olimpiyadan, li Fransayê sabotaja tora trênên lezgîn hatibû kirin ku ji sabotajê li dora 800 hezar kes dikevin bin bandora neyînî û jê zerarê dibînin.

Tê gotin ku destê Rûsyayê di nav sabotajê de ye ji ber tîmên Rûsyayê yên netewî di derveyê olimpiyadan hiştine, kesekî ku goya li ser hesabê îstîxbarata Rûsyayê dixebite li Fransayê hatiye girtin. Ev her dû sedema gumanê dibe ber bi Rûsya de ku dibe Rûsya sabotajê kiribe.

Dezgeya Rêyên Hesin ya Fransayê (SNCF) ragihand ku bi şev sabotajên ser Tora Lezgîn ya Trênan (TGV) çêbûne û çend seet berya destpêkirina olimpiyadê ji bo çûnûhatê raqestînin tevger hatine kirin û bi organize hatiye kirin.SNCF, ragihand kul i devera Eure-et-Loir nêzê Courtalainê jî sabotaj çêbûne di encamê de şewat derketiye û di xettên trênê de zerarên mezin çêbûne.

SNCF got ku van kiryaran wê bandorê li 800 hezar rêwiyan bike û wê heya roja duşema bê kêmasî bikeve gihandinê. SNCF, dixebite da seferên trênan bibe weka berê û ji bo berpirsên kiryarê bên girtin bi rayedaran re xebatên wan dewam dikin.

Li gor îdîayên tên kirin, hiştina tîmên olimpiyatan yên Rûsyayê ku nehiştine tevlî olimpiyadan bibin û kesê bi navê Kirill Gryaznov ku Fransa ew girtiye û dibêjin ku ji bo îstîxbarata Rûsyayê ya nav xwe ya FSBê dixebite, dibe rûsya li hemberê van her dû kiryaran sabota tora trênên lezgîn kiribe. Li gor analîstê ewlehiyê Alex Kokcharov dibêje:

“Niyet û şiyanên Rûsyayê hene ku li Fransayê sabotajan bike. Bi îhtîmalekî mezin wê sedem ew be ku Rûsya nehatiye dawetkirin ji bo olimpiyadan.”