PeyamaKurd – Bi sedema Hikûmeta Koalîsyonê li ser budçeya 2020an negihiştin rêkeftinê, Îsraîl wê careke din hilbijartina pêşdem çêke.
Partîya Likud ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Tifaqa Şîn û Spî ya bi pêşengiya Wezîrê Berevanî Benny Gantz, di dema pêwîst de ser budçeya 2020an li hev nekirin.
Ji ber ku li ser budçeyê dengdan çênebû, bi awayekî qanûnî meclîs betal bû û pevajoya hilbijartina pêşdem destpê kir.
Çaverê ye ku hilbijartina nû ya Îsraîlê di Adara 2021an de çêbibe.
Piştî hilbijartina Adara 2020an, Netanyahu û Gantz di meha Gulanê de biryar dabûn Hikûmeta Koalîsyonê çêkin.
Netanyahu daxwaz kiribû, tenê budçeya 2020an were pejirandin, lê Gantz jî gotibû divê di bernivîsê de budçeya 2021an jî hebe.
Her du rêber di meha Tebaxê de rûniştibûn, lê ji ber negihiştin rêkeftinê, dengdana ser budçeya 2020an heta Berfanbarê hatibû paşxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin