Li Îzmîrê 129 koçberên neqanûnî hatin girtin

Li Îzmîrê 129 koçberên neqanûnî hatin girtin

PeyamaKurd – Li peravên navçeyên Urla, Menderes û Seferîhîsar ên Îzmîrê 129 koçberên bêdestûr hatin girtin.

Di daxuyaniya li ser malpera înternetê ya Fermandariya Ewlekariya Peravê de hat diyarkirin ku li navçeyên Seferîhisar, Menderes û Urlayê 16 jê li bejahiyê û yên din jî bi botên lastîkî di seferê de bi tevahî 129 koçberên bêdestûr hatin girtin.

Ji aliyê din ve ekîbên ku agahiya ku bota lastîk a ku koçberên neqanûnî lê bûn ji ber qutbûna motorê li peravên navçeya Urlayê diherikin ber bi herêmê ve hatin şandin û daxwaza alîkariyê hat kirin.

Ekîban 21 koçberên neqanûnî yên li ser bota lastîk xilas kirin.

Koçberên neqanûnî piştî karên wan şandin Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê.