PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Komara Kongo ya Demokratîk helîkoptera ku xebatkarên Neteweyên Yekgirtî (UN) hildigirt li rojhilatê Kongoyê ji aliyê serhildêran de hat xistin. Bûyer li eyaleta Kîvû li herêma Rutshuru de çêbû. Artêşa Kongoyê got ku helikopter ji aliyê serhildêran ve hatiye xistin lê NY vê yekê heya niha piştrast nekiriye.
Artêşa Kongoyê ragihand ku helikopter ji aliyê Tevgera 23 yê Adarê (M23) dehatiye xistin. Helîkopter di navbera du helîkopterên ku ji bo NY keşfê dikirin de bûye. Xebatkarên helîkopterê ji bo koordînasyona alîkariya mirovî bikin, keşfe dikirin. Xebata lêgerînê ya ku di helîkopterê de kes sax maye an nemaye têkirin.
Di daxwuyaniya artêşa Kongoyê de hat gotin ku Tevgera M 23 duhî li gundên Tçanzu, Runyonyi, Nidiza û Tçengerero yê êrîşan kirine.
Berdevkê sekreterê giştî yê NY Stephane Dujarric di civîna rojane ya çapemeniyê de ragihand ku di helîkoptera tîpa Eurocopter AS332 Super Puma de 6 kesên Pakistanî, 1 Rûs û 1 Sirbî hebûne û ji bo şerê li herêmê bişopînin li wê derê bûne. Dujarric, li ser sedema ketina helîkopterê daxwuyanî neda û daxwaza sebrê kir.
Artêşa Pakistanê ragihand ku 6 xebatkarên wan mirine û ji bo parastina aştiyê ya misyona NY li wê derê wezîfedar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin