Li Nîjeryayê bobelata lehiyê: 200 kes mirin 500 kes wenda ne

PeyamaKurd - Li eyaleta Nîgerê ya Nîjeryayê ji ber lehiyan hejmara miriyan 200î derbas kir û zêdetirî 500 kesî jî wenda ne.
Alîkarê Serokê Herêma Mokwayê Mûsa Kimboku di daxuyaniya xwe de da zanîn ku 29ê Gulanê li herêma Mokwayê ya girêdayî eyaleta Nîgerê di encama lehiyên ku ji ber baranên zêde rabûne de hejmara kesên ku mirine 200î derbas kiriye.
Her wiha li herêmê zêdetirî 500 kesî jî winda ne.
Kimboku diyar kir ku ji bo kesên ku di encama lehiyan de mirine merasimên binaxkirina bikom hatine lidarxistin.
Kimboku ragihand ji ber ku êdî bawer dikin kesên mayî nemane, kar û barên rizgarkirinê hatine rawestandin.
Her wiha Kimboku destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiyan li herêmê tedbîr hatine girtin.
Berê hatibû ragihandin ku di lehiyên ku 29ê Gulanê li herêma Mokwayê ya girêdayî eyaleta Nîgerê rabûnne de zêdetirî 3 hezar kes ji cihên xwe bûne.
Li vî welatê li kembera keşûhewaya tropîk, navîniya rêjeya baranê ya salane li gorî herêman cuda dibe.
Wezareta Avê ya Nîjeryayê ji bo hinek herêmên welêt hişyariya baranên zêde û lehiyan dabû.
Hikûmeta Nîjeryayê ragihandibû ku sala borî di encama lehiyên ku ji ber baranên zêde rabûbûn de 1235 kes mirine û zêdetirî 1,2 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




