Yaşar Guler: Plana Tirkiyeyê tuneye ku leşkeran ji Sûriyeyê vekişîne

Yaşar Guler: Plana Tirkiyeyê tuneye ku leşkeran ji Sûriyeyê vekişîne

 

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê  Tirkiyeyê Yaşar Guler ji Reutersê re got, plana Tirkiyeyê tuneye ku leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne, armanc parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û paqijkirina terorê ye.
 
Wî her weha diyar kir ku Tirkiye perwerdehî û şêwirmendiyê dide artêşa Sûriyeyê. Vekişîna leşkeran dê piştî bidawîbûna gefa terorê û misogerkirina ewlehiya sînor were nirxandin.
 
Ew di berdewamê de pê de çû ku Tirkiye Îsraîlê bi têkdana aştiyê tawanbar dike û ji bo kêmkirina rageşiyê bi Îsraîlê re danûstandinan dike, lê ev nayê wateya normalîzebûnê.
 
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.