Trump: “Di peymana bazirganiya bi Çînê re, rewşa me gelek baş e”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku axaftina wî ya di rêya telefonê de ya bi serokê Çînê Şi Cinping re gelek baş bûye, di mijara lihevkirina di seha bazirganiya bi Çînê re, di rewşekî zahf baş de ne.
Trump, ragihandinên xwe di Ofîsa Oval de, di wexta serokwezîrê Almanya Friedrich Merz qebûl kir de, pirsên rojnamevanan yên di rojevê de bersivand de kir.
Li ser pirsa axaftina bi serokê Çînê Şi re, Trump got ku gelek hevdîtinên baş bi hemkarê xwe yê Çînê re kiriye û dewam kir:
“Her dû lîderên mezin yên dinyayê di wexteka kurt de, me hevdîtinên baş kir û temamê mijarên nezelal, me zalal kir. Wezîrê Xezînê Scott Bessent, wezîrê bazirganiyê Howard Lutnick û nûnerê bazirganiyê yê DYAyê Jamieson Greer wê bi rayedarên Çînê yên di asta bilind de, werin cem hev û pêvajoyê bimeşînin.
Ez difikirim ku bi Çînê re di mijara peymana bazirganiyê de em di rewşekî baş de ne. Peymanekî me heye û em ê bikin ku herkes zanibe bê peyman çiye.”
Trump ragihand ku serokê Çînê Şi, ew dawetî Çînê kiriye û wê di wextekî de, dê ew jî here Çînê.
Li ser hevdîrina bi serokê Almanya bi Merz re Trump got ku Almanya dixwaze bi DYA re têkiliyên baş deyne û wê dawiya wê bi xwe were. Trump got ku wê bi Merz re li ser mijara bazirganiyê jî biaxifin û weha dewam kir:
“Wê peymanekî baş ya bazirganiyê çêbibe. Difikirim ku piraniya wê ji terefê Yekîtiya Ewrûpa de tê destnîşankirin lê hun (Almanya) perçeyekî mezin yê YE ne.”
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




