Trump got ku serokê Çînê Şi ew dawetî Çînê kiriye”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku serokê Çînê Şi ew dawetî Çînê kiriye. Trump her weha got ku bi îhtîmaleka mezin wê di wextekî nêz de bi Şi re hevdîtin bike.
Li ser baca gumrikê di navbera Çînê û DYA de rikberiyekî mezin çêbûbû û DYA tarîfa gumrika ser malên Çînê biribû heya asta %145an û Çînê jî ya ser malên DYAyê biribû ser %125an. Rêvebiriya Washingtonê baca welatên din 90 roj paş de xistibû lê ya Çînê bicîh anîbû.
Paşî her dû dewlet li Cenewreyê di 10-11ê Gulanê de hevdîtin kiribûn, Amerîka baca gumrika ser malên Çînê daxistibû ser %30yan û Çîn baca gumrikê ya DYAyê daxistibû %10an. Trump ji bo serokê Çînê Şi gotibû:
“Ez ji Şi hez dikim û min daîma jê hezkiriye û ez ê bikin jî. Lê gelek tunde û lihevkirina pê re gelek bi zahmet e.”
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




