HRW: Li Siwêdayê krîzeke metirsîdar a mirovî peyda bûye

HRW: Li Siwêdayê krîzeke metirsîdar a mirovî peyda bûye

PeyamaKurd- Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (HRW) raporek li ser bûyerên dawiyê yên li Siwêdayê belav kir.

HRWê destnîşan kir, ji ber nebûna xwarin, av û derman û herwiha nebûna elektirîk û xizmetguzariyên din li bajêr, krîzeke mirovî ya metirsîdar peyda bûye.

HRW da zanîn, derbasbûna Hikûmeta Sûriyê ya herêmê hiştiye ku rewş xerabtir bibe û ji kontrolê derkeve.

Bi taybet piştî derbasbûna hikûmeta Sûriyê di 12ê Tîrmehê de, rewşên binpêkirinên mezhebî, kuştina meydanî, dizî û talankirina malan pêk hatiye û gelek ji wan binpêkirinan li dijî zarok û jinan hatine kirin.

HRWê diyar kir, komên Durzî û êlên Bedewiyan jî binpêkirin encamdane. Kêmbaweriya ku di navbera aliyên şer de heye, rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî û peydabûna ewlehiyê girtiye.

Herwiha HRW da zanîn, bi tenê di rojên 16 û 17 Tîrmehê de, navên 306 kesên hatine kuştin li belgeyên nexweşxaneya Siwêdayê hatine tomarkirin ku 23 ji wan zarok in. Herwiha hejmareke mezin ji terman heye hîn jî zaniyariyên wan li nexeşxaneyê nehatine tomakirin.

Rêxistinê bi bîr xist, niha û piştî çend rojan ji şer, komên Durzî bi serokatiya Hikmet El-Hicrî, parêzgeh kontrol kirine û deshilateke nenavendî ya neragihandî çêbûye.

Rêxistina Human Rights Watch, di dawiya rapora xwe de bang li hemû aliyan kir ku hêsankariyan ji bo derbasbûna karwanên alîkariyan bikin û rê ji bo dubare vegera xizmetguzariyên sereke vekin. Herwiha divê hikûmet di ber parastina hemû welatiyan ji hemû pêkhateyan de berpirsiyar be û kar bi awayekî cidî li ser vegerandina baweriyê bike.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.