PKK: Êdî merasîmên çekdanînê nayên kirin, dora siyasetê ye

PKK: Êdî merasîmên çekdanînê nayên kirin, dora siyasetê ye

PeyamaKurd- Piştî ku koma yekem a PKKê li Silêmaniyê çekên xwe danî endama Komîteya Navendî ya PKKê Hêlîn Umît got, ew ê careke din merasîmên çekdanînê li dar nexin.

Hate ragihandin ku koma ku çek daniye jî niha xwe ji bo "beşdariya siyaseta demokratîk" amade dike û wê PKK êdî têkoşîna xwe bi rêyên siyasî bidomîne.

Endama Komîteya Navendî ya PKKê Hêlîn Hêlîn Umît ji medyaya nêzîkî PKKê re ragihand: "Koma Aştî û Civaka Demokratîk, ku çekên xwe şewitandin, niha xwe ji bo beşdariya siyaseta demokratîk amade dike" û got: "Peyama ku pêwîst bû, di merasîmê de hate dayîn. Em ê careke din merasîmên çekdanînê li dar nexin."

Hêlîn Umît li ser vegera endamên PKKê bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî got, "Eger guhertinên destûrî bên kirin, çima endamên PKKê venegerin Tirkiyeyê? Em têkoşîna xwe diguherînin û dikin têkoşîna siyasî."

Hêlîn Umît rexne li hikûmeta Tirkiyê girt û diyar kir, "Hikûmet bi awayekî hêdî pêngavan ji bo pêvajoyê davêje. Divê parlamento pêngavên ku tên avêtin bi yasayan misoger bike” û wiha pê de çû: "Pêwîst e ev prose bi yasayê were garantîkirin, ji ber ku eger pirsgirêk derkevin, dibe ku dijberiya pêvajoyê were kirin."

Ji bo rola komîsyona parlamentoyê jî Umît got: "Damezrandina komîsyona parlamentoyê dê roleke girîng di derbaskirina astengiyan de bilîze. Divê komîsyon bikaribe projeyasayan ji bo azadî û demokrasiyê amade bike. Bêyî van, pêngavên me bêwate dimînin."

Herwiha Hêlîn Umît li ser rewşa Abdullah Ocalan jî diyar kir: "Di destpêkê de soz hatibû dayîn ku mafê hêviyê yê azadbûnê bidin Ocalan, lê heta niha di rewşa wî de ti guhertin çênebûye."

Ev nivîs 166 car hatiye xwendin.