Hêzên Îsraîlê vegeriyan Quneytra ya Sûriyê

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê li ser rêya sereke ya nêzîkî têketina gundê El Helebî yê Quneytîrayê bendeke kontrolê ya leşkerî ya demkî danîne.
Hate diyarkirin ku hejmareke leşker li dora navendeke hêzên rejîma Sûriyeyê ya berê ya li nêzîkê gund jî hatine bicihkirin.
Hêzên Îsraîlê 21ê Tîrmehê jî ketibûn herêmê. Vê carê jî careke din hêzên Îsraîlê bi 3 wesayîtên leşkerî, li rojava û başûrê gundê El Refîd ketin nava axa Sûriyeyê.
Ev nivîs 148 car hatiye xwendin.




