Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê ya li Fransayê hat bipaşxistin

Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê ya li Fransayê hat bipaşxistin

PeyamaKurd – Nûnerê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê yê li Fransayê, Kerîm Qemer, ragihand ku hevdîtina plankirî ya di navbera şanda Rêveberiyê û berpirsên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, ku diviyabû li Fransayê bihata lidarxistin, hatiye bipaşxistin.

Kerîm Qemer sedemên bipaşxistinê eşkere nekir û diyar kir ku şandeya Rêveberiya Xweser hîna negihîştiye Fransayê.

Ev daxuyanî piştî nûçeyên duh hat, ku medyayê ragihandibû ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî dê bi şandeyeke Rojavayê Kurdistanê re berê xwe bide Parîsê da ku bi berpirsên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtinê bike.

Ev hevdîtin bi navbeynkariya Fransayê tê birêvebirin û tê payîn ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Karûbarên Sûriyê, Thomas Barrack jî beşdarî wê bibe.

 

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.