Zelenskiy: Me bi Rûsya re ji bo vegerandina 1200 leşkeran li hev kir

PeyamaKurd- Serokê Ukraynayê li paytext Kîevê Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê ku pêr hatibû encamdan nirxand.
Zelenskiy got, wî bi tîma danûstandinê ya Ukraynayê re hevdîtinek kiriye û raporek li ser hevdîtinên Stenbolê pêşkêşî wî hatiye kirin.
Zelenskiy bi bîr xist ku wan di hevdîtinên li Tirkiyê de li ser danûstandinên nû bi Rûsyayê re li hev kirine û got: “Li ser danûstandinên zêdetir lihevkirin hene û ez hêvî dikim ku em karibin leşkerên xwe yên dîlgirtî vegerînin. Lihevkirinek ji bo vegerandina hezar û 200 leşkeran heye.”
Herwiha Zelenskî diyar kir ku wan ji bo bidawîkirina şer pêşniyara civîneke lîderan li Stenbolê ji aliyê Rûsî re kiriye û da xuyakirin, “Pêdivî ye ku şer bi dawî bibe, û ev yek bi îhtîmaleke mezin dê bi kombûna lîderan dest pê bike. Ne mimkûn e ku em bi awayekî din bikin. Pêdivî bi rojeva civîna lîderan heye. Niha Rûsan dest bi axaftina bi me re li ser vê mijarê kirine.”
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




