Veysî Aktaşê li Girava Îmraliyê girtî bû, serbest hat berdan

PeyamaKurd – Veysi Aktaşê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtî bû, piştî 31 sal û 3 mehan hat berdan.
Aktaş piştî temamkirina 30 salên girtîgehê, di 28ê Nîsana 2024an de cezayê xwe yê 30 salî bi awayekî yasayî bi cih anî. Lêbelê, bi biryara Lijneya Îdarî û Şopandinê, berdana Aktaş ji bo salekê hat bipaşxistin.
Piştî salekê, berdana Aktaş ji bo sê mehên din jî hatibû bipaşxistin.
Aktaşê ku berdana wî salek û sê mehan hatibû bipaşxistin, diyar bû ku duh, di 25ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Îmraliyê hate berdan.
Ew di sala 2015an de neqlî Îmraliyê kiribûn.
Veysî Aktaş di pêvajoya bi navê “pêvajoya çareseriyê” ya di navbera salên 2013-2015an de di sala 2015an de bi Mehmet Saît Yildirim, Omer Hayrî Konar, Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran re ji bo wezîfeya “Sekreteriye” neqlî Îmraliyê hatibû kirin.
Aktaş ku wê demê ji Girtîgeha Kirikkaleyê neqlî Îmraliyê hat kirin, ji sala 2015an û vir ve li Îmraliyê girtî bû.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




