Rejîma Îranê li Baneyê kolberekî Kurd qetil kir

PeyamaKurd – Barzan Salihî, karkerekî kolberê 38 salî yê ji bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, duh êvarî, li parêzgeha Banê ji aliyê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ve hate qetilkirin.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Salihî bêyî ku were hişyarkirin, ji aliyê hêzên sînor ên li baregeha Sayranbendî ya Baneyê ve hate hedefgirtin.
Hengawê derbarê wî de got ku ew Barzan Salihî zewicî bû û bavê 3 zarokan bû.
Ev nivîs 187 car hatiye xwendin.





