Îran ji nêzîkbûna Ehmed el-Şera û Azerbêcanê bi fikar e

Îran ji nêzîkbûna Ehmed el-Şera û Azerbêcanê bi fikar e

PeyamaKurd – Serokê Sûriyeyê Ehmed El-Şara di 12ê Tîrmehê de serdana Azerbaycanê kir û peymanek ji bo hinardekirina gaza xwezayî ya bi rêya Tirkiyeyê bo Sûriyeyê îmze kir, ji bo Şama ku bi krîza enerjiyê re rûbirû ye.

Hatibû diyarkirin ku ev peyman dê bikare salane 1 mîlyar metrekup gaz bigihîne Sûriyeyê, bi potansiyela berfirehbûnê bo welatên din ên wekî Urdinê.

Têkiliyên dîplomatîk ên Şam-Bakuyê piştî vekirina balyozxaneya Azerbêcanê li Şamê ya di Sibatê de û hevdîtinên li Foruma Dîplomatîk a Antalyayê xurttir bûn.

Azerbêcana wek navbeynkar di navbera Sûriye û Îsraîlê de derdikeve pêş, di heman demê de têkiliyên xwe bi Rojhilata Navîn re kûrtir dike.

Îrana ku bandora xwe ya li Sûriyeyê bi têkçûna rejîma Beşer Esed winda kiriye, ji vê nêzîkbûnê nîgeran e, lê hewl dide têkiliyên xwe yên bi Azerbêcanê re biparêze.

Ev serdan beşek ji stratejiya Azerbêcanê ye ji bo cûrbecûrkirina îxracata enerjiyê û xurtkirina pozîsyona xwe ya li herêmê.

 

 

 

Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.