Uraloğlu: Dirêjahiya rêyên dualî gihaye 29. 787 km.yî

Uraloğlu: Dirêjahiya rêyên dualî gihaye 29. 787 km.yî

PeyamaKurd – Wezîrê gihandinê û avahiyên bingehîn yê Tirkiyê  Abdulkadir Uraloğlu ragihand ku weka wezaretê 15 hezar rêya dualî avakirine û niha beşa duyen ya rêya duali ku wê 15 hezar km yên din jî çêbikin, destpêkirine. Uraloğlu got:

“Birêz serokkomarê me Recep Tayip Erdoğan gotibû hedefa me 15 hezar km rêya dualiye lê hinek digotin ‘Hun ê vê rêyê li ku derê çêbikin?’ Ez bangî wan dikim: Me 15 hezar km yî qedand û me dest bi ya 15 hezar km yê dinê kir. Dîtina dahatûya xwe an pêşiya xwe, tam tişteka wehaye.”

Abdulkadir Uraloğlu ragihand ku heya niha rêya dualî ya li seranserê Tirkiyê gihaye 29.787 km.yî û weha dewam kir:

“Rêyên me li gor standartên dinyayê ne. Tora me ya rêyên dualî heya sala 2002an 6.101 km bû. Me derxist 29.787 km. yî. Heya dawiya salê wê bibe 30 hezar km… Li Tirkiyê me di çiyayên asê û wadiyên kûr û sext de, pir, tunel û rêyan çêkir. Gihandina rêyan êdî bi konfor e. Heya sala 2002an yanî di 80 salan de dirêjahiya temamê tunelan 50 km bû lê niha bûye 815 km.”

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.