Barzanî : Em amade ne bi Bexdayê re bo qanûnekî nû ya gas û petrolê muzakereyan bikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di kanala bi navê ‘Şarq’ de ku navenda wê Erebistana Saûdiyê, di hevpeyvîna xwe de tîşkê xist ser gelek mijaran. Bi taybetî têkiliyên Erbîl- Bexda û mijarên din yên li herêmê.
Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re dixwaze çare bibîne da îxracata petrolê bike. Barzanî her weha got ku Herêma Kurdistanê amade ye da bi Bexdayê re li ser qanûnekî nû ya petrol û gazê muzaklereyan bike.
Encumena wezîran ya Iraqê di 17ê Temmûzê de biryarekî da ku ji hilberîna petrola Herêma Kurdistanê rojane 230 hezar varêl petrolê teslîmê şîrketa SOMO ya Bexdayê bike, rojane ji bo pêdiviya Kurdistanê 50 hezar varêl bikarbîne. Herêma Kurdistanê mehane 120 milyar dinar weka dahata petrolê dide Bexdayê.
Mesrûr Barzanî got ku êrîşên ser sehayên petrolê ketine piştî peymana ku bi şîrketên Amerîkayê re kirine, dizanin kî êrîşan dike, li pişt êrîşan kî heye û li benda lêpirsînên Bexdayê ne. Barzanî got:
“Amerîka hevkarê me ye. Em di derbarê êrîşên ser sehayên petrolê de bi hevre agahiyan parvedikin. Ji ber di êrîşan de tesîsên şîrketên DYAyê jî hene.”
Mesrûr Barzanî ragihand ku ew amade ne bi Erebistana Saûdiyê re hevkariyê bikin û her dû welat di dîrokê de têkiliyên wan yên baş hene.
Li ser neşandina mehaneyên xebatkarên Herêma Kurdistanê Barzanî got ku neşandina mehaneyan, Bexda weka kardekî siyasî bi kar tîne û ev kiryar li dijî destûrê ye. Barzanî got:
“Bikaranîna mehaneyên di pirsgirêkên navbera Erbîl û Bexdayê de weka kardekî siyasî nayê qebûlkirin. Li gor qanûn û destûrê divê bê pirsgirêk di wextê de bê dayîn.”
Barzanî ragihand ku wezareta darayî ya federal tevlî mijara budçe û mehaneyên Herêma Kurdistanê bûye û ev jî tê vateya îhlala mafên destûrê yên Kurdistanê. Ji bo şareseriyê divê ji budça sala bê, ji bo Kurdistanê budçeyekî sabît bê destnîşankirin.
Barzanî, behsa pirsgirêkekî dinê ya bingehîn jî kiriye ku di têkiliyên Bexda-Erbîlê de armanca Bexdayê ew e ku Herêma kurdistanê qels bike û kêmasiya îrada siyasî li Bexdayê heye. Barzanî got:
“Bexda temamê kardên xwe yên zorê ji bo zorê bide Herêma Kurdistanê bikartîne. Li ber têkiliyekî baş ya Bexda û Erbîlê kêmasiya siyasî ya îradê heye.
Xala me ya destûrê ya 140 ê heye ku li ser statuya Kerkûkê ye û ji bo bicîhanîna vê xalê ti îradeyekî siyasî li Bexdayê tine.”
Mesrûr Barzanî li ser serokkomariya Iraqê jî got ku Kurd difikirin ku siyasiyen serokkomariya Iraqê mafê Kurda ye.
Li ser mijara Tirkiyê û PKKê jî Mesrûr Barzanî got:
“Em destekê didin diyaloga navbera PKKê û dewleta Tirkiyê.”
Li ser mijara Kurdên Rojava jî Barzanî axifî û got:
“Divê hukumeta Sûriyê ji Kurda re derî veke û daxwazên wan bicîh bîne. Em hêvî dikin ku pevajoya îstîqrarê li herêmê dest pêbike ji ber her talûka ewlehiyê, wê bandora neyînî li temamê terefan bike.”
Li ser şerê 12 rojan yê navbera Îsraîlê û Îranê Barzanî şiroveyan kir û got:
“Em dipirsgirêka navbera Îran û Îsraîlê de teref nagrin û em ti şerekî destek nakin. Kurdistan bi taybetî ti têkiliyên bi Îranê re rêz digre û naxwaze bibe çavkaniya tehdîdê ji bo ti welatekî cîran.”
Ev nivîs 15 car hatiye xwendin.




