Li navça Licê ya Amedê vemirandina agirê daristanê dewam dike

Li navça Licê ya Amedê vemirandina agirê daristanê dewam dike

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Licê li gundên Dêrqam (Duru) û Hendîvê (Yorulmaz) agir bi daristanê ket û ji bo vemirandina agir bi desteka helîkopterê xebatên vemirandina agir dewam dike.

Ji ber agirê darsitanê gelek tîmên vemirandina gir çûn ciyê bûyerê û 3 seet ku xebatê dikin da agir vemirînin.

Niha li ciyê vemirandina agir 40 xebatkarên rêvebiriya daristanê, 4 arazoz, 4 heb alavên mudaxeleya ewilî, yekîneyên leşkerî, îtfaiye û helikopter şandine gundên navborî.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.