Li Maraşê agir bi daristanê ket: 3 xanî şewitîn

PeyamaKurd – Li bajarê maraşê li navça 12 Şubatê agir bi daristanê ket, 3 xanî şewitîn û 130 kesan birin ciyên bi ewle. Piştî bû êvar, tîmên mudaxeleyê, xebatên ji hewa de dan rawestandin. Helîkopter nikare bixebite.
Li ser agahdarkirina parêzgehê; parêzgeh 6 alavên îtfaiyê, 38 arazoz, 7 heb alavên mudaxeleya pêşîn, 8 heb tankên avê û 15 dozer şandin ciyê bûyerê.
Tîmên AFADê û cendirmeyan 130 kesan tehliye kirin û wan birin ciyên bi ewle. Ji 5 xebatkarên rêvebiriya daristanê, ji ber dûmanê tesîrê li wan kir, wan şandin nexweşxanê.
Parêzgerê Maraşê Mükerrem Ünlüer got ku ew mudaxeleyê agirê 400-450 hektar araziyên daristanê dikin û temamê derfetên xwe bikartînin. 18 xaniyên di talûkê de ne vala kirine û heya niha ti kes nemiriye an birîndar nebûye.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




