Senatorê Amerîkî: Em hevpeymanên xwe yên Kurd bernadin

Senatorê Amerîkî: Em hevpeymanên xwe yên Kurd bernadin

PeyamaKurd- Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hemadeh, di axaftanike xwe de bal kişand ser girîngiya hevpeymaniyên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn û ragihand, Kurdên li Iraq û Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên sereke yên Washingtonê bûn û nabe bi ti awayî dev ji wan were berdan.

Abraham Hamadehê ku xwe wekî Kurd û Sûriyeyî bi nav dike got ku hemû kêmîneyên Rojhilata Navîn ji bo welatê wî girîng in û diyar kir, Kurdên Iraq û Sûriyeyê hevpeymanên wan in û ew dev ji wan bernadin.

Endamê Kongreyê pesnê siyaseta Donald Trump da û got: "Serok Trump fêm dike ku herêm ji bo berjewendiyên Amerîkayê çi qasî girîng e. Di dema xwe ya yekem a serokatiyê de, welatê yekem ku serdana wî kir Siûdî bû. Niha jî, çûye Rojhilata Navîn û serdana Siûdî, Qeter û Îmaratê kiriye."

Hemadeh da zanîn ku siyaseta "Amerîka beriya her tiştî" nayê wê wateyê ku pêwîstiya Washingtonê bi hevpeymanên xwe nîne, belkî "Pêdiviya me bi hevpeymanên xwe heye, di nav wan de Îsraîl jî heye."

Hemadehê ku dayika wî Durzî ye, behsa pêwendiya xwe ya taybet a bi civaka Durzî re kir û li ser êrîşa hefteya borî ya Siwêdayê got, "Hefteya borî li Siwêdaya başûrê Sûriyeyê qewimî û bandor li civaka Durzî kir. Îsraîl gelek baş ji bûyeran agahdar e û piştgiriyê dide Durziyan, ji ber ku beşdariyeke wan a mezin di Hikûmeta Îsraîlê de heye."

Hemadeh herwiha doza çalakvana jin a Xiristiyan a Amerîkî Kayla Muellerê bi bîr anî ku di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hat kuştin û got: "Ew ji bo alîkariya welatiyên Sûriyeyê li wir bû. Ez hîn jî bi awayekî çalak ji bo vegerandina termê wê dixebitim. Divê em vegerandina termê hemû Amerîkiyan misoger bikin."

Di dawiya axaftina xwe de, Abraham Hemadeh peyameke zelal da herêmê û bi taybetî behsa rola Kurdan kir û got: "Em hevpeymanên xwe yên Kurd ên li Îraq û Sûriyeyê ji bîr nakin. Kurd ew kes bûn ku di şerê li dijî DAIŞê de li ser erdê alîkariya me kir."

Hamadeh dubare kir ku hemû komên kêmîne bi berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê ve girêdayî ne û wiha got: "Em nikarin dev ji hevpeymanên xwe berdin."

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.