Li Sûriyê berpirsekî Heşda Şeibî hate girtin

Li Sûriyê berpirsekî Heşda Şeibî hate girtin

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, hêzên ewlehiya navxweyî yên Sûriyê li bajarê Bukemalê, kesekî ku koordînatorê pêwendiyên di navbera Heşda Şeibî ya Iraqî û Firqeya Çaran a artêşa Sûriyeyê de bû hatiye desteserkirin.

SOHRê diyar kir, hêzên ewlehiya navxweyî yên Sûriyeyê doh 26ê Tîrmehê di operasyoneke taybet de li bajarê Bukemalê kesê bi navê "Mihemed Hemûd Emîn" girtine. Emîn wekî berpirs û koordînatorê sereke yê pêwendiyên di navbera Heşda Şeibî û Firqeya Çaran de tê naskirin.

SOHRê destnîşan kir, Mihemed Hemûd Emîn wekî rêveberê "Fermangeha Asayîşa Elewiyan" li bajêr kar dikir û yek ji kesayetiyên ewlehiyê yên herî berbiçav ên herêmê bû ku di hemahengiya ewlehî û leşkerî ya navbera her du hêzan de roleke sereke dilîst.

Herwiha hate diyarkirin, di 6ê Tîrmehê de jî, hêzên ewlehiya navxweyî kesekî bi navê Şadî Semadî, ku xelkê Der’ayê ye, girtibû. Semadî yek ji serkirdeyên koma "El-Xeys" a ser bi Firqeya Çaran bû, ku ev firqe di bin serokatiya Xeyas Dele de ye û nêzîkî Supaya Pasdarên Îranê ye.

SOHRê eşkere kir, Şadî Semadî bi beşdarbûna di gelek komkujiyan de li Sûriyeyê tê tometbarkirin. Ji wan tawanên herî diyar, êrîşa ser Xûta Rojhilat di sala 2014an de û beşdarbûna di operasyona leşkerî ya li Der’ayê de di sala 2018an de ne.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.