Dorpêça ser Siwêdayê didome: 36 gund wêran bûne

Dorpêça ser Siwêdayê didome: 36 gund wêran bûne

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku dorpêça hêzên Sûriyê ya ser bajarê Siwêda û gundewarê wê berdewam dike.

Di êrîşên 13ê Tîrmehê bi ser Durziyan de dest pê kiribûn de, zêdetirî hezar kes hatin kuştin. Li gorî zanyariyan 36 gund jî wêran bûne û rewşa mirovî ya xelkê Siwêdayê jî her diçe dijwartir dibe.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku ambargoya li ser rêya Şam-Derayê hatiye danîn bûye sedema kêmbûna av, xwarin, sotemenî û kelûpelên sereke yên jiyanê.

Li aliyekî belgekirina binpêkirin û qurbaniyan li Siwêda û derdora wê ji aliyê pisporan ve berdewam dike ku tê gotin, heta niha li Siwêdayê hejmara kuştiyan hezar kesan derbas kiriye. Herwiha li gundên di bin kontrola hêzên êrîş kirine de jî xwegihandina cenazeyên sivîlan zehmet e.

Li gorî çavkaniyên xwecihî û hiqûqî, hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê komkujî û binpêkirin, şewitandina malan û talankirina milkan pêk anîne. Dîmenên revandina bi dehan jin û zarokan jî hatin belavkirin. Hate diyarkirin ku çarenûsa zêdekirî 80 kesan nediyar e.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.