Hêzeke din a Îsraîlê derbasî Sûriyê bû

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand du wesayîtên leşkerî yên artêşa Îsraîlê digel leşkeran vê sibehê ketin gundê Seyda Hanût ê başûrê Quneytîrayê.
Li gorî SOHR’ê, dema derbasbûna her du wesayîtan, balafirên keşfê yên Îsraîlê li ser herêmê digeriyan.
Hêjayî gotinê ye, 25ê Tîrmehê jî dewriyeyeke artêşa Îsraîlê derbasî bajarokê Mezrea Ebû Mezra yê başûrê Quneytîrayê bûbû û piştî nêzî saetekê ber bi Colanê ve vekişiyabû. Beriya niha jî hêzên Îsraîlê çend caran derbasî nav bajarê Quneytîrayê bûbûn.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




