Artêşa Îsraîl: Me bi rêya hewayî alîkarî gihand Xezeyê

Artêşa Îsraîl: Me bi rêya hewayî alîkarî gihand Xezeyê

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku di çarçoveya hewldanên berdewam ên ji bo destûrdanê û hêsankirina derbasbûna alîkariyên mirovî bo Şerîda Xezeyê, wan alîkarî ji hewayê ve bo Xezeyê avêtine.

Di daxuyaniya Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ya li ser Telegramê de hat gotin ku "di çarçoveya hewldanên berdewam ên ji bo destûrdayîn û hêsankirina derbasbûna alîkariyên mirovî bo Xezeyê" de, alîkarî ji asman ve hatine avêtin bo herêmê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nav alîkariyan de xwarinên wek ard, şekir û konserve hene û hat diyarkirin ku ev gav "li gorî fermanên îradeya siyasî" hatiye avêtin.

Bi vê geşedana dawî re, Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023an ve cara yekem bi destê xwe ji hewayê ve alîkariya mirovî avêt ser Xezeyê. Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê berê destûr dabû welatên din ku operasyonên bi vî rengî pêk bînin.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.